Li Bexdayê 16 xwepîşanderên din hatin kuştin

hîn jî nayê zanîn ev çekdar ser bi çi komeke çekdarin
کوردستان TV
100%

Li gor daxuyaniya tîmên nûjdarî yên li meydana Tehrîrê ya li Bexdayê, duhê bi şev çend çekdarên nenas di nava tirimbîlên xwe de êrîşî ser xwepîşanderan kirine.

Jêder behsa vê yekê dikin ku di encama êrîşa han de herî kêm 16 xwepîşander hatine kuştin û 70 xwepîşanderên din jî birîndar bûne.

Hate zanîn ku çekdarên nenas yên ku di nava tirimbîlan de gole li ser xwepîşanderan reşandine, piştî re ber bi cîheke nediyar reviyane.

 

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.