Li gor jêderên taybetî ji Rojhilatê Kurdistanê hêzên îtlaata Îranê çalakvanekî Kurd bi hinceteke nediyar binçav kirine.
Jêder behsa vê yekê dikin ku peyamnêr û çalakvanê Kurd yê şêniyên bajarê Şine Reşîd Nasirzade, roja sêşemê ji aliyê hêzên îtlaatê ve li bajarê Şino hatiye binçavkirin.
Nasirzade dema ji başûrê Kurdistanê vegeriyaye Şinoyê li ser rê ji aliyê hêzên îtlaatê ve hatine binçavkirin û bo cîheneke nediyar hatiye veguhastin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin