Duhê bi şev li mihwera Gerimiyanê terorîstên DIŞIê êrîşî ser hêzên pêşmerge kirin û di encam de sê pêşmerge şehîd bûn.
Pişt re wezareta pêşmerge ya herêma Kurdistanê daxuyaniyek weşand û ragihand ku duhê bi şev li navçeya Kuleco ya li mihwera Gerimiyanê terorîstên DIŞIê êrîşî ser hêzên pêşmerge kirine û di encam de sê pêşmerge şehîd bûne.
Wezareta pêşmerge herwiha eşkere kiriye ku hêzên pêşmerge jî dem û dest bersifa êrîşa terorîstên DIŞIê dane.
Di daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku hêzên pêşmerge karîne derbên giran li terorîstan bidin û êrîşê têkbişkînin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin