Wall Street Journal îdia kir ku rêvebirîya Serok Donald Trump dê 14,000 leşkerên din bişîne Rojhilata Navîn.
WSJ’ê ji zarê karbidestekî ku navê wî nehatiye eşkere kirin diyar kir ku rêvibirîya Trump dê pirtirê 10 gemîyan û gelek alavên leşkerî bişîne Rojhilata Navîn.
Wî karbidesekî da zanîn ku li ber e ku ew şandina leşker û alavên leşkerî heta mehekê destpê bike.
WSJ radigihîne ku ew leşker dijî gefên Îranê dê li Rojhilata Navîn bi cîh bibin, lê jêderên fermî ser vê îdiayê hîn tiştek negotine.
Karbidestên Amerîkî dema protestoyên li Îranê gotibûn ku ew piştgirîyê xwenîşanderên dijî rejîmê û girjîya di navbera Washington û Tehranê careke din gur bûbû.
Voa
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin