Duhê civîna NATO li Londonê hate lidarxistin, beriya civînê Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan ragihandibû ku eger NATO YPGê weke terorîst qebûl neke û li Bakûrê Sûriyeyê piştgîriya Tirkiyeyê neke, vê demê Tirkiye pilana NATO ya bo ewlekariya welatên Baltîk nepejrîne û pilanê veto bike.
Lêbelê jêder behsa vê yekê dikin ku Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan ku rojek beriya civînê gotibû, mijara YPGê bo me xeta sore û ev dev jê bernadin, di civîna çar alî ya li gel Franse, Almanya û Brîtanyayê de huşdarî bi Erdogan hatiye dayîn û Erdogan neçar bûye dev ji xeta sor ya Tirkiyeyê berde.
Pişt re di civîna NATOyê de jî Erdogan xwestiye mijara YPGê bike rojev lêbelê rê nedane Erdogan û Erdogan jî neçar bûye ku pilana NATO ya bo welatên Baltîk bêyî merc bipejrîne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin