Li Îraqê nêzî 500 kesan hatine kuştin

17 hezar kes jî birîndar bûne
کوردستان TV
100%

Navenda mafên mirovan ya Îraqê raporta xwe ya derbarê amarên kuştiyên xwepîşandanên Îraqê de belav kir.

Di raportê de behsa vê yekê hatiye kirin ku di çarçoveya xwepîşandanên Îraqê de bi giştî 460 kes hatine kuştin û 17 hezar û 400 kesên din jî birîndar bûne.

Li gor raporta komîsyonê di encama şer û pevçûnên navbera xwepîşander û hêzên ewlekarî de 460 kes ji her du aliyan hatine kuştin û 17 hezar û 400 kesên din jî birîndar bûne.

Weke tê zanîn xwepîşandanên Îraqê zêdetir ji mehekê ye didomin û Serokwezîrê Îraqê jî dev ji karê xwe berda lêbelê xwepîşandan hîn jî bidawî nehatine.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.