Duhê êwarê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel balyozê Amerîkayê yê li Bexdayê Matthew H. Tueller civiya.
Di civînê de behsa rewşa dawî ya Îraqê û xwepîşandanên li Îraqê hate kirin û her du alî tekez li ser parastina aramî û ewlekariya başûr û naverasta Îraqê kirin.
Herwiha daxwaz kirin ku daxwazên xwepîşanderan jî li ber çavan re werin derbaskirin û lazime aliyên têkildar jî bi berpirsiyartî li hember rewşa han tevbigerin.
Diyaloga heyî ya di navbera Bexda û Hewlêrê de, hewldanên heyî yên bo çareser kirina kêşeyên navbera her du aliyan û lihev kirina derbarê bûdceyê de jî mijarên din yên vê civînê bûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin