Nunerê hikûmeta herêma Kurdistanê yê li Bexdayê Faris Îsa ragihand ku şanda Kurdistanî yaku duhê serdana Bexdayê kiribû, li gel aliyên Îraqî çend civîn û hevdîtinên gelek girîng pêk aniye û li ser gelek mijaran li gel Bexdayê li hev kiriye.
Faris Îsa herwiha anî ziman ku yek ji xalên lihev kirine eve ku herêma Kurdistanê mehane 250 hezar bermîl petrol radestî Bexdayê dike û li hember de jî Bexda bûdceya Kurdistanê bi temamî dişîne.
Nav hatî eşkere kir ku vê îro duşem şanda Kurdistanî çend civînên din li Bexdayê pêk bîne û pişt re vegere Kurdistanê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin