Yûnanistan li dijî Tirkiyê ji NATO daxwaza alîkariyê dike

dibêje tirkiye serweriya yunanê binpê dike
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê Yûnanistanê duhê diyar kir ku ewê di kombûna Londonê de ji endamên din ên NATO bixwaze ku piştgiriya Yûnanistanê bikin di rûbirûbûna hewildanên Tirkiyê yên binpêkirina serweriya welatê wî de.

Serokwezîr Kyriakos Mitsotakis di van axaftinên xwe de balê dikşîne ser rêkeftina hefteya borî di navbera Tirkiyê û Lîbya de ji bo destîşankirina sînorên wan welatan li derya Spî de.

Kyriakos Mitsotakis ji partiya desthilatdar a mihafizkar a Demokrasiya Nû re got ku NATO nikare bêdeng bimîne, dema endameka wê “bi awakî tund yaseya navnetewî binpê bike”.

Tê zanîn welatê Qubrus, Yûnaistan û Misrê rêkeftina Tirkiyê û Lîbya şermezar kir.

Wezîrê derve yê Misrê Sameh Şukrî û yê Yûnanistanê Nikos Dendias îro li Qahîra paytext ev pirsgirêk gutûbêj kir.

Voa

 

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.