Di çarçoveya operasiyonên binçav kirinê de li Rojhilatê Kurdistanê de, hijmareke din welatiyên Kurd hatin girtin.
Li gor jêderên taybetî ji Rojhilatê Kurdistanê, operasiyonên îstîxbarata Îranê li dijî welatiyên Kurd didomin û di vê çarçoveyê de li bajarê Ciwanroyê 5 welatiyên Kurd bi hinceta beşdarî kirin di xwepîşandanên hefteya derbasbûyî ya Îranê de ji aliyê îstîxbarata Îranê ve hatine girtin û bo girtîgeha Dîzilawa ya Kirmaşanê hatine veguhastin û çarenivîsa wan hîn jî nediyare.
Ji aliyeke din ve hêzên îstîxbarata Îranê çalakvan û rojnamevana Kurd ya bi navê Firîşte Çiraxî li bajarê Serpolê Zehaw binçav kirine.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin