Serokwezîrê Îraqê dev ji kar ber dide

vê sibê nameya xwe pêşkêşî parlementoyê bike
کوردستان TV
100%

Duhê Serokwezîrê Îraqê Adil Ebdulmehdî ragihand ku vê dev ji kar berde.

Di çarçoveya xwepîşandanên heyî yên li başûr û naverasta Îraqê de, kuştina xwepîşanderan dom dike û aliyên siyasî yên Îraqê jî hikûmet tawanbar dikin.

Duhê di gotara înê de pêşengên olî yên şîiyan daxwaz ji Serokwezîrê Îraqê kirin ku jiber baş îdare nekirina welat dev ji kar berde û keseke din bibe Serokwezîrê Îraqê.

Piştî daxwazên pêşengên olî, Serokwezîrê Îraqê Adil Ebdulmehdî jî ragihand ku vê di nava du heta sê rojan de nameya dev ji kar berdana xwe radestî parlementoya Îraqê bike.

 

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.