Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî û her yek ji Cîgirên wî Mistefa Seyîd Qadir û Cefer Şêx Mistefa gehiştin bajarê Silêmaniyê û li gel Tevgera Goranê civiyan.
Li gor zaniyariyên berdest, di vê seredanê de şanda Serokatiya Herêma Kurdistanê seredana baregehên çend aliyên din yên siyasî li Silêmaniyê dike.
Armanc ji vê seredanê, yekrêziya aliyên siyasî û yekhelwêstiya Kurd li Bexdayê, herweha gotûbêjan li gel wan alîyan e, derbarê pirs pêkanîna hevpeymaniya Kurdistanî li Bexdayê.
Piştî bi dawî hatina civîna navbera Serokê herêma Kurdistanê û tevgera Goranê, Nêçîrvan Barzanî serdana gora damezrênerê Goranê Newşîrwan Mistefa jî kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin