9 navendên çekdarên Tirkiyeyê hatin bordiman kirin

9 navendên wan çeteyan hatine bordiman kirin
کوردستان TV
100%

Duhê bi şev balefirên nenas êrîşî ser 9 navendên leşkerî yên cîhadiyên ser bi Tirkiyeyê li Bakûrê Idlibê û Başûrê Ezazê kirin.

Jêder behsa vê yekê din ku 6 ji wan navendan li Bakûrê Îdlibê û 3 yên din jî li Başûrê Ezazê bûne û di encama bordimana han de hijmareke gelek zêde ji cîhadiyên Tirkiyeyê hatine kuştin û hijmareke din ya zêde jî birîndar bûne.

Herwiha hate ragihandin ku çend ji wan navendan cebelxane bûne û di encama bordimanê de agireke mezin bi wan cebelxaneyan jî ketiye.

 

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.