Mesrur Barzanî: Tundiya dijî jinan zirareke mezin dide civakê

dibêje lazime bi her awayî li dijî tundûtîjî rawestîn
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî bi minasebeta 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna Dijî Tundiya Jinan a Cîhanî peyamek belav kir.

Mesrur Barzanî di peyama xwe ya li ser twitterê belav kiriye de, got: “Îro di roja cîhanî ya nehiştina tundiya dijî keç û jinan de, ez keyfxweşim ku dibînim hejmarek zêde ya jinan di nav civaka me de bi kiryarî kar ji bo wekheviya cinsî dikin.”

Mesrur Barzanî da xuyakirin, “Pêwîste em hemû têbigihin ku tundiya cinsî çi ziyaneke mezin dide jinan û civakê.”

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.