Jêderên nûçeyan belav kirin ku di çarçoveya xwepîşandanên Îraqê de, şeva derbasbûyî li bajarê Nasiriye ya li Başûrê Îraqê xwepîşandaneke girseyî hatiye lidarxistin.
Jêderên nûçeyan li ser zarê aliyên têkildar belav kirin ku di xwepîşandana şeva derbasbûyî ya li Nasiriyeyê de, pevçûn di navbera xwepîşander û hêzên ewlekarî de qewmiye û di encam de hêzên ewlekarî êrîşî ser xwepîşanderan kirine û di encama êrîşê de 3 xwepîşander canê xwe jidest dane û 50 xwepîşanderên din jîbirîndar bûne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin