Navenda Hengaw bo mafên mirovan belav kir ku li Rojhilatê Kurdistanê hijmareke zêde welatî ji aliyê hêzên ewlekarî yên rejîma Îranê ve hatine girtin.
Li gor raporta navenda Hengaw di çarçoveya xwepîşandanên sê rojî li Îranê de hevdem li gel bajarên din yên Îranê li piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistanê jî operasiyonên binçav kirina xwepîşanderan dom kirine.
Hengaw eşkere kiriye ku di çarçoveya wan operasiyonan de zêdetir ji 1000 welatiyên Kurd ji aliyê hêzên ewlekarî yên rejîma Îranê ve hatine girtin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin