Artêşa Îraqê: Ti xwepîşander nehatine kuştin

artêşa Îraqê dibêje ti kes nehatiye kuştin
کوردستان TV
100%

Piştî belav bûna hin nûçeyan li dor kuştina 4 xwepîşander û birîndar kirina 40 xwepîşanderên din ji aliyê hêzên ewlekarî ve li Bexdayê, artêşa Îraqê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniya han de hatiye belavkirin ku di xwepîşandanên duhê yên li Bexdayê de ti xwepîşander nehatine kuştin.

Di daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku wezareta tendirostî ya Îraqê ti haleteke kuştin û birîndar kirinê di xwepîşandanên duhê de tomar nekiriye û hêzên ewlekarî jî êrîşî ser ti kesekî nekirine.

 

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.