Balafirên keşfê yên dewleta Tirk li gundê Qirinfilê yê Girê Spî wesyîteke ku 5 kes lê bûn, kir hedef.
Şêniyên gundê diyar kir ku 2 sivîl şehîd bûn û 3 jî bi giranî birîndar bûn.
Şêniyan bi zehmetî birîndar û şehîd rakirin nexweşxaneyên bajarê Kobanê.
Navê birîndaran ev in; Rokistan Mihemed Fetûh (22), Nîroz Mihemed Fetûh (25) ji ber rewşa wan a giran ji nexweşxaneya Kobanê veguhestin nexweşxaneya Minbicê, Mihemed Mehmûd Fetûh birîna wê sivike li nexweşxaneya Kobanê tê dermankirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin