Li Îranî herî kêm 106 kes hatine kuştin

dibêje bi sedan kesên din jî hatine girtin
کوردستان TV
100%

Li gor raporteke saziya lêbûrîna cîhanî di çarçoveya xwepîşandanên Îranê de yên ku jiber giran kirina buhayê benzînê destpê kirin bûn û hîn jî didomin, heta niha herî kêm 106 xwepîşander ji aliyê hêzên ewlekarî yên rejîmê ve hatine kuştin.

Saziya lêbûrîna cîhanî herwiha eşkere kir ku li gor raport û amarên berdest wan, di encama êrîşên hêzên ewlekarî yên rejîmê de bo ser xwepîşanderan 106 kes li bajarên curbicur yên Îranê hatine kuştin û bi sedan kesên din jî hatine birîndarkirin û bi sedan kesên din jî ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine girtin.

Weke tê zanîn di 15ê vê mehê de jiber giran kirina buhayê benzînê li Îranê, li piraniya bajarên vê welatî xwepîşandan destpê kiribûn û hîn jî xwepîşandan didomin.

 

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.