Amerîka ceza danî ser du kompaniyên Tirkî

dibêje hevkariya DIŞIê kirine
کوردستان TV
100%

Wezareta xezîne ya Amerîkayê biryar daye daku hin kompanî û kesayetiyên ji welatên curbicur yên ku hevkariya DIŞIê kirine ceza bike.

Li gor daxuyaniya wezareta xezîne ya Amerîkayê li Tirkiyeyê jî du kompanî û du kes di warê darayî û bazirganî de hevkariya DIŞIê kirine.

Wezaretê eşkere kiriye ku kompaniya Sultan bo veguhastina pere û kompaniya ACL ya bo henarde kirin û hawirde kirinê, jiber hevkariyên ku pêşkêşî DIŞIê kirine têne cezakirin.

Ev her du komanî tirkî ne û li gel wan jî du kesên din ku welatiyên Tirkiyeyê ne ji aliyê Amerîkayê ve bi hinceta hevkarî kirina DIŞIê hatine cezakirin.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.