Îraqî dîsa Muqteda Sedir vala der xistin

xelkê Îraqê daxwaza Sedir bicîh neanî
کوردستان TV
100%

Piştî ku duhê Serokê tevgera Sedir Muqteda Sedir daxwaz ji xelkê Îraqê kiribû daku weke diyar kirina nerazî bûna xwe ya li hember hikûmeta Îraqê dest bi grevê bike û neçin ser karên xwe, xelk îro ev daxwaza Muqteda Sedir bicîh neanîe.

Li gor jêderên heyî tenê li çar bajarên biçûk yên li başûrê Îraqê xelk bi awayekî kêm guh daye Muqteda Sedir.

Jêder behsa vê yekê dikin ku li bajarên Dîvaniye, Zîqar, Mîsan û Babîl, hijmareke kêm xelk neçûye ser karên xwe yên rojane.

Weke tê zanîn Sedir beriya niha jî serdana xwepîşanderan kiribû lêbelê ji aliyê xwepîşanderan ve hatibû qewtandin.

 

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.