Jiber lêpirsîneke Serdozgeriya Komarî ya Îstenbûlê berîya neh rojan 36 endamên meclîsa ciwanên Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) hatibûn binçavkirin. Piştî neh rojan jî ew derketin dadgehê û 10 ji van kesan bi “endamtîya rêxistina terore” hatin girtin.
Endamê Komala Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) Huseyîn Bogatekîn ku parêzerê ciwanan bû anî ziman ku hemû sedemên binçavkirin û girtinan xebatên sîyasî yên HDP’ê ne.
Voa
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin