Li Rojhilatê Kurdistanê 90 welatî bûne qurbanî

du roje xwepîşandan berdewame
کوردستان TV
100%

Di çarçoveya xwepîşandanên xelkê Îranê de yên li dijî biryara hikûmetê ya bo giran kirina buhayê benzînê, li piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistanê de jî xelk dakete qadan.

Di enama êrîşên hêzên çekdar yên ser bi rejîmê bo ser welatiyên xwepîşander, li bajarên Rojhilatê Kurdistanê herî kêm 90 welatî bûne qurbanî.

Jêder behsa vê yekê dikin ku li bajarên Sine, Ciwanro, Merîwan, Seqiz û çend bajarên din yên Rojhilatê Kurdistanê di encama raste rast ya gole reşandinê de 11 welatiyên Kurd canê xwe ji dest dane û 78 welatiyên din jî birîndar bûne.

Jêder behsa vê yekê dikin ku bi tenê li bajarê Ciwanroyê 6 welatî hatine kuştin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.