cîhadiyên Tirkiyê li Til Temir 16 sivîl revandin

li hember azad kirina wan daxwaza pereyan dikin
کوردستان TV
100%

Li bajarokê Til Temir yê Rojavayê Kurdistanê, cîhadiyên ser bi artêşa Tirkiyê 16 welatiyên revandin.

Jêderekî jî HSDê ragihand, artêşa Tirkiyê û milîsên ser bi wê ve êrîşî gundên Til Temirê, ku piraniya xelkê wir mesîhî ne, kirin û 16 welatî ji gundê Erîşe revandin.  Di nava wan de jin û zarok jî hene.

Bajarokê Til Temirê 35 km li başûrê rojavayê bajarê Serê Kaniyê li ser riya navdewletî M4 e, pêştir jî Peyvdarê Serokomarê Tirkiyê Îbrahîm Kalin ragihandibû, bajarokê Til Temirê derveyî herêma operasyona wan e.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.