Nimêj li dêrên me yên dagirkirî nayê qebûlkirin

dibêje me di kilîseyên di bin dagîrkeriyê de nimêjê nakin
کوردستان TV
100%

Dîwana erkaniya Ortodoks hikûmeta Tirkiyeyê direwand.

Dîwanê Erkaniya Ortodoks a Ermenan a Helebê bi daxuyaniyekê banga dewleta Tirk a dagirker a ji bo restorakirina Dêra Ermenan li Serêkaniyê û Girê Spî yên ku wêran kirine, red dike û got, nimêjên tê de di bin nîrê dagirkeriyê de qebûl nakin.

Erkaniya Ermenan a Ortodoks a Helebê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got:

 ‘‘Em dixwazin girêdayî gotinên li ser dazgehên çapemeniyê yên Tirkiyê belav bûne ku wê merasîma nimêjê li Dêra Xaçê ya Ermenan a Ortodoks li Girê Spî yê ku ji hêla Tirkiyê ve hatiye dagirkirin li dar keve van tiştan bêjin:

A yekemîn: Erkaniya Ermenan a Ortodoks a Helebê bi tundî her hewldaneke tirkî ji bo restorekirina Dêra Xaçê ya li Girê  Spî û lidarxistina merasîma nimêjê ji bo van tiştên di rêzê de red dikin:

-Gelê me bi Tirkiyê re girêdayî îtîrafkirina bi komkujiya ermenî ku pêk aniye û heta niha pêk tîne nakok e.

-Bi hezaran dêr li Tirkiyê ji sed salî ve hatine paşguhkirin û bi wêraniya re rû bi rû mane. Lê dewleta Tirk tiştekî nake.

-Gelek dêrên Ermenan li herêmên Sûriyê di bin dagirkeriya Tirkiyê yan jî komên girêdayî wê de hene. Mîna dêrên Serêkaniyê û El-Yaqubiye, yanî sedemên eleqedariya bi dêra Ermen li Girê Spî cihê pirsan e.

-Girê Spî beşek nayê parçekirin ji axa Sûriyê ye, niha ew ji hêla Tirkiyê ve hatiye dagirkirin. Heta niha bi temamî rizgar nebûye û lidarxistinan ayînan li dêrê ne pêkane.

Ya duyamîn: Di salên şer de dêra xaçê ya girêdayî Erkaniya Ermenan a Ortodoks  a Helebê rastî destdirêjiya gelek komên çekdar hatiye. Lidarxistinana ayînan tê de tenê piştî rizgarkirin û vegera şêniyên wê pêkane. Ji ber wê rûdanên ku niha li bajarê dagirkirî rû didin wek destdirêjî ji bo pêkanîna armancên propexandeyî pêk tên tên hesibandin.

Anha

 

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.