15 cîhadiyên Tirkiyeyê li Serêkaniyê hatin kuştin

herî kêm 15 cîhadî hatine kuştin
کوردستان TV
100%

Hat ragihandin ku îro danê sibehê li navenda Gumrikê ya Serêkaniyê teqînekê rû daye ku hejmarek ji endamên komên çekdarên girêdayî artêşa Tirkiyê hatine kuştin.

Li gorî zanyariyan, sedema teqînê neliheviya li ser mazota hatiye dizîne ku di navbera koma Sultan Murad û komên çekdarên din de şer û pevçûn çêbûne û agir bi mazota dizîbûn ketiye.

Çavkaniyên herêmê radigihînin ku herî kêm 15 çekdar di encama teqînê te hatine kuştin û hejmarek jî birîndar bûne.

Bajarê Serêkaniyê yê Rojavayê Kurdistanê piştî êrîşên ku 9ê Cotmehê ji aliyê Tirkiyê ve hatibûn destpêkirin û li gorî rêkeftina ligel Amerîkayê ketibû jêr kontrola çekdaran û artêşa Tirkiyê.

Peyamakurd

 

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.