PEN: Tirkiye bûye girtîgeha rojnameger û nivîskaran

dibêje Tirkiye bûye girtîgeha Rojnamegeran
کوردستان TV
100%

PENa Tirkiyeyê ji ber Roja Nivîskarên di Girtîgehan de, daxuyanîyek weşandiye. PENê diyar kiriye ku “li ser vê mijarê Tirkiye bi Çîn, Rûsya û welatên bi paş de hatîn hiştin ên Efrîqa û Latîn Amerîkayê re reqabetê dike.”

Li gor nûçeyeke bianetê PEN ji sala 1981ê heta niho 15ê Çiriya Paşiyê (meha 11.) bernameya Roja Nivîskarên Di Girtîgehan De pêk tîne.

Îsal PENa Navneteweyî Tirkiye wek “girtîgeha nivîskar û rojnamegeran bi nav kiriye.

PENa Navneteweyî bi taybetî navê 5 nivîskar û rojnamegerên ku di girtîgehan de ne di daxuyanîya xwe de nivîsîye. Navê ji Tirkiyeyê behsê hatî kirin Nedîm Turfend e. Rojnamegerê kurd ji ber karên xwe yên rojnamegerîyê di girtîgehê de ye. 

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.