Trump: Peywendiyên me û Kurdan pir baş in

duhê bişev civiya bûn
کوردستان TV
100%

Serokê Amerîka Donald Trump û Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li Qesira Sipî preskonferanseke hevbeş li dar xistin.

Her du di preskonferansê de li ser Kurdên Sûriye û Tirkiyê axifîn.

Trump da zanîn ku ew bi Erdogan re derbarê rewşa dawî ya Sûriyê peyivîye û ew jiber Rojhilata Navîn ya di aştiyê de spasiya Erdogan dike.

Trump got: Min meha borî Pence û Pompeo şandibbûn. Xebatên bo bidawîkirina pevçûnên li Sûrîyê bi ser ketin û em dibînin ku agirbest didome.’’

Wî ser peywendiyên bi Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) re, ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêşengiya wê dike, dîyar kir ku peywendiyên wan û Kurdan pir baş in û ew di têkoşîna dijî Dewleta Îslamî (DIŞI) de bi ser ketine.

Serokê Amerîka ser kuştina Rêberê DIŞI’ê Ebubekir El Bexdadî jî got ku Tirkiyê alîkarî kiriye û ew spasiya wan dike.

Erdogan jî di axaftina xwe de diyar kir ku di navbera wan û Kurdan de ti kêşe tune û têkoşîna dijî terorê ye.

Wî amaje kir ku di partiya wî de pirtirê 50 parlamanterên Kurd hene.

Serokkomarê Tirkiyê ser vexwendina Mazlum Kobanî bo Washingtonê jî peyivî û da zanîn ku helwesta Amerîka bo wan dilgiraniyê çêdike.

Voa

 

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.