Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel şandeke Hudaparê ya bi Serokatiya Serokê vê partiyê civiya û derbarê civînê de Serokwezîr li ser pêgeha xwe ya taybetî wisa nivîsandiye;
Îro çarşem 12ê Mijdarê me pêşwaziya şandeke bilind ya partiya Doza Azad ya bernas bi Hudapar bi Serokatiya Serokê giştî yê vê partiyê Îshaq Saxlem kir.
Di civînê de me tekez li ser giringiya xebata aştîxwazane û rêz girtin ji daxwazên reva yên gelê Kurd û çareser kirina dadmendane ya kêşeya Kurd kir.
Me herwiha balkêşande ser giringiya pêşde birina têkiliyên dostane yên di navbera gelê Kurdistanê û gelên deverê de.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin