Eyad Elawî: Emê serî li dadgeha navnetewî bidin

dibêje lazime bikuj werin dadgehkirin
کوردستان TV
100%

Serokê hevpeymaniya nîştimanî ya Îraqê Eyad Elawî li ser pêgeha xwe ya li Twitterê peyamek belav kiriye.

Elawî di peyama xwe de nivîsandiye; lazime ev kesên ku gole li ser xwepîşanderan reşandine û xwepîşander kuştine werin diyarkirin û darizandin.

Elawî eşkere kiriye ku eger ev kesên han neyên diyarkirin û dadgehkirin vê demê serî li dadgeha navnetewî bidin.

Weke tê zanîn di xwepîşandanên Îraqê de 300 kes hatine kuştin û 15 hezar kesên din jî birîndar bûne.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.