Senatorên Amerîkî dijî serdana Erdoganin

dibêjin bila Erdogan serdana Amerîkayê neke
کوردستان TV
100%

Beriya serdana Serokê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan, hijmareke zêde Senatorên Amerîkî ku dijî serdana Erdogan bo Amerîkayê ne, nameyek ji Serokê Amerîkayê re şandin.

Ev Senatorên han ku berpirsê komîteya têkiliyên derve ya civata nuneran ya Amerîkayê Eliot Engel pêşengiya wan dike, di nameya xwe ya bo Trump de daxwaz ji Trump kirine daku vexwandina Erdogan hilweşîne û rê nede Erdogan serdana Amerîkayê bike.

Kongresmanên han diyar kirine ku Tirkiye li dijî Kurdan komkujî pêk aniye û jiber êrîşên Tirkiyeyê yên bo ser hêzên Kurdî zêdetir ji 100 hezar welatiyên Kurd yên şêniyên deverê aware bûne.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.