Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Vatîkan li Iraqê kir

dibêje tişta ku Kurd û pêşmerge kirine bo tevahiya cîhanê ye
کوردستان TV
100%

Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya balyozê Vatîkanê li Iraqê Alberto Ortega Martín kir.

Di hevdîtinê de balyozê Vatîkan li Iraqê spasiya rola Serok Barzanî û hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê yabo têkşikandina terorîstên DIŞIê kir û ragihand tişta ku Pêşmerge kir karek bû ji bo hemû mirovayetiyê.

 Herwiha pêzanînên xwe jî ji bo xelk û Hikûmeta Herêma Kurdistanê hebû ku di rojên dijwar de koçber û pêkhateyên olî û etnîkî parastine û derî bo wan vekirî hêştine.

Di beşekî dinê civînê da rewşa siyasî û pêşhatên dawî û nerazîbûn û xwepêşandana xelkê li Bexda û parêzgehên Başûrê Iraqê guftûgo kirin û tekez li ser rewayi ya daxwaziyên hemwelatiyan û xwepêşandana aştiyane kirin û her dû alî li ser ewe hevrê bûn ku tundutîjî ji aliyê her aliyek bê kêşeyên Iraqê kûrtir dike.

Pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Vatîkanê mijareke dinê vê hevdîtinê bû.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.