Li gor jêderên taybetî ji Rojhilatê Kurdistanê, duhê hêzên çekdar yên rejîma Îranê li her du bajarên Merîwan û Serdeştê êrîşî ser du tirimbîlên welatiyan kirine.
Jêder behsa vê yekê dikin ku li Serdeşt û Merîwanê hêzên çekdar yên rejîma Îranê bi hinceta ku du tirimbîlên welatiyên Kurd tiştên qaçax di nava wan de bûne, bêyî ti agehdar kirinek gole li ser wan reşandine û di encama wan êrîşan de du kasibkarên Kurd birîndar bûne.
Jêder behsa vê yekê kirin ku zirarên mezin yên madî jî ber tirimbîlên wan ketine.
Weke tê zanîn li Îranê hêzên çekdar bi awayekî rojane êrîşî ser kolber û kasibkarên Kurd dikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin