Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo di serdana Almanya de li weqfekê ser Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Kurdan axifî.
Pompeo diyar kir ku Amerîka piştgirîyeke jêderan ya mezin daye HSD'ê û Kurdan.
Wî da zanîn ku wan tiştên pêwîst dane Kurdan û xîlafeta DIŞI’ê hilweşandine û ameje kir ku ew bi vê yekê serbilind in û ewê piştgirîya bo Kurdan bidomînin.
Wezîrê Amerîkî dîyar kir ku piştgirîya bo Kurdan ji berjewendîya Amerîka û Ewrûpa re baş e.
Li ser pirsan, Pompeo got ku ew ji Sûriyê venekişiyane û gava Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan biryar daye ku êrîşî bakurê Sûriyê bike ew dijî wî derketine.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin