NY: Di operasyona Tirkiyê de 92 sîvîl hatine kuştin

hin aliyên din dibêjin gelek zêdetir hatine kuştin
کوردستان TV
100%

Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku di operasyona Tirkiyê ya dijî bakurê Sûriyê de heta niha 92 sîvîl hatine kuştin.

Berdevikê Daîreya Mafên Mirovan ya NY’ê Rupert Colville diyar kir ku ew hejmar ji bûyerên heta 5’ê Mijdarê pêk hatine, hatiye bi dest xistin.

Ji aliyê din ve, li Rai ya li bakurê Sûrîyê ye û di bin kontrola çekdarên bi piştgirîya Tirkîyê de ye, maşîneyeke bombebarkirî hat peqandin.

Çavdêriya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku di peqînê de 3 kest hatine kuştin.

SOHR’ê diyar kir ku xwepêşandanerek jî dema nobedariya hevbeş ya hêzên Rûsan û Tirkan, bi maşîneya Tirkiyê hatiye kuştin.

Li gor îdiayan ew xwepêşandaner jî di nav kesên kevir û sol firandine konvoya Rûs û Tirkan de bûye.

Voa

 

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.