Rêya Bendera Um Qesir dîsan hat girtin

ji aliyê xwepîşanderan ve hatiye daxistin
کوردستان TV
100%

Fermandarê Operasyonên Besrayê Feriq Rukin Qasim Nizal ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ‎îro demjimêr 5ê serê sibehê rêya Bendera Um Qesir hatiye vekirin û niha çûn û hatina barhilgiran asayî ‎bûye.‎

Fermandarê Operasyonên Besrayê amaje bi wê yekê da ku ti tundûtujiyek çênebûye û bi gotûbêj û ‎jihevfamkirina ligel xwepêşanderan pirsgirêk hatiye çareserkirin, xwepêşanderan rê vekiriye û ti ‎kêşeyek li wê benderê nemaye.‎

Lê li gor zanyariyên dawî rêya Bendera Um Qesir careke din ji aliyê xwepêşanderan ve hatiye girtin û ‎nayê zanîn ka dê kengî bê vekirin.‎‏ ‏‎ Berpirsên leşkerî yên Iraqê jî dibêjin, girtina rêyên serekî ji aliyê ‎xwepêşanderan ve zêdeyî 6 milyar dolar zerar gihandiye Iraqê.‎

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.