Fermandarê Giştî yê HSDê daxwaz ji Serok Barzanî dike, rola xwe ya ji bo nêzîkirin û yekrêziya aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê bilîze.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî di hevpeyvînekê ligel K24ê de ku biryar e îşev demjimêr 21:00 bê weşandin, diyar kir, pêwendiyên wan bi serokatî û rayedarên Herêma Herêma Kurdistanê re baş in û daxwaz dike, pêwendiyên wan hîn baştir bibin.
Mezlûm Ebdî amaje bi rola Serok Barzanî kir û daxwaz ji Serok Barzanî kir, ku rolê ji bo nêzîkirin û yekrêziya aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê bibîne.
Herwiha Fermandarê Giştî yê HSDê di beşeke din jî daxwaz ji hêzên Kurdistanî yên perçeyên din Kurdistanê kir, bibin yek û civîneke netewî ji bo piştevanîkirina li Rojavayê Kurdistanê girê bidin û got: Parastina Rojavayê Kurdistanê erkekî netewî ye.
Tekez kir jî, divê partî û aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê jî berî her tiştî bibin yek û nakokiyên xwe bidin aliyekî.
Di derbarê hatina hêzên rêjîma Sûriyê bo Rojavayê Kurdistanê de jî, Ebdî da zanîn, hatina hêzên sînorparêz yên rêjîma Sûriyê, li gor rêkeftinê wan, li ser sînor belav dibin û nêzîkî bajaran nabin û Rêveberiya Xweser jî wek xwe dimîne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin