​​​​​​​Karayilan: Ji ber ku em Kurd ne dewlet in, çi bikin wek teror tê nîşandan

pkkê jî bi zirarên bêdewletî hesiya
کوردستان TV
100%

 Serkirdeyê PKKê Mûrad Karayilan di nirxandinên xwe yên êrîşên ser Rojavayê Kurdistanê de bal kişand ser yekrêziya hêzên Kurd û got, "Em Kurd hemû di heman keştiye de ne. Eger em noqî binê avê bibin hingî em ê hemû noq bibin.”

Karayilan di bernameyeke televizyoneke nêzî rêxistina xwe de, li ser êrîşên berdewam ên Rojavayê Kurdistanê û banga yekrêzî û yekhelwestiyê kir û wiha got: "Em Kurd hemû di heman keştiye de ne. Eger em noqî binê avê bibin hingî em ê hemû noq bibin, wê demê em ê bi hev re bi ser bikevin. Tevî vê yekê pêkneanîna yekîtiya neteweyî nayê îzahkirin, nayê vegotin.”

‘Ji ber ku em Kurd ne dewlet in, çi bikin wek teror tê nîşandan’

Serkirdeyê PKKê bervajî nêrina îdeolojîk ya PKKê ku diberiya dewleta netewî dike nebûna dewleteke Kurdan wekî sedema rewakirina êrîşên ser Kurdan nîşan da û wiha axivî:

 “Em Kurd ji ber ku ne dewlet in çi bikin weke terorê tên nîşandan, yên li dijî me jî, hêzên qirker-mêtinger weke dewletên maqûl tên dîtin. Gelo tiştekî bi vî rengî pêkane? Li dijî gelê me her roj teror tê kirin. Zarokên me, mirovên me, gelê me her roj tên qetilkirin. Xuya ye Neteweyên Yekbûyî berevajî navê xwe berjewendiyên dewletan esas dibîne. Halbûkî li dijî gelê me teroreke eşkere heye ku tê meşandin û tê xwestin ku gelê me bê qirkirin. Li Sûriyeyê Kurd bûn xwedî derfet ku statuyê werbigirin, lê belê TC bi israr li dij radibe û dibêje, 'wê li wê deverê dewleteke terorê bê avakirin'. Halbûkî Kurdên li wê deverê qala avakirina dewletê nekirine, tenê di nava yekparebûna Sûriyeyê de hewl didin xweseriya xwe werbigirin. Lê belê dewleta Tirk li dijî vê xweseriyê ye."

PeyamaKurd

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.