Senator ser çekdarên DIŞIê yên girtî û yên revîne lêpirsînê dixwazin

dibêje tirkiye dixwaze wan bikar bîne
کوردستان TV
100%

Cîgirê Serokê Komîsyona Îstixbaratê ya Senato Mark R. Warner û Senatora Komarî Susan Collins ji Daîreya Îstixbaratê ya Neteweyî xwestin ku ew ser çekdarên Dewleta Îslamî (DIŞI) yên revîyane lêpirsîneke eşkere bikin.

Senatoran bi nameyekê ji Daîreya Îstixbaratê ya Neteweyî re dan zanîn ku li navendên desteserkirinê yên din bin kontrola Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) de 10,00 endamên DIŞIê hene û dîyar kirin ku 2000 kes ji wan ji Ewrûpa û Rojhilata Navîn çûne Sûriyê.

Wan amaje kir ku piranîya wan di çêkirina bombeyan de û di rêberî û propaganda de pispor in û gotin ku ew bo Amerîka û hevalbendên wê metirsîyan çêdikin.

Senatoran dîyar kir ku jiber operasyona Tirkiyê ya dijî bakurê Sûriyê, Kurdan bala xwe daye ser têkoşîna dijî wê dewletê û ewê berevanîya wan navendên destesrkirinê ji berê zortir be.

Di nameyê de ji Daîreya Îstixbaratê ya Neteweyî hat xwestin ku ser çekdarên DIŞIê yên ji revîyane û yên hîn desteserkirî ne lêpirsînekê bike û bandora wan ya li ser ewlekarîya Amerîka û hevalbendên wê hîn bibe.

Senatoran xwest ku daîre di nav du hefteyan de bersîva daxwaza wan bide.

Voa

 

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.