Nabe madeyên ku behsa mafên Kurdan dikin werin guhertin

Kurd li dijî guhertina wan madeyên destûrê ye ku behsa mafên Kurdan dikin
کوردستان TV
100%

Serokatiya Herêma Kurdistanê, serokatiya hikûmetê û serokatiya parlementoya Kurdistanê helwesta xwe li ser hemwarkirin û guhertina Destûra Iraqê eşkere kirin.

Îro danê sibê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Seroka parlementoya Kurdistanê Rêwas Fayîq û cîgirên wan li ser rewşa Iraqê û guhertina Destûra Iraqê civiyan.

Di civînê de hat gotin ku dema Destûra Iraqê were guhertin nabe destê xwe bidin wan made û bendên ku behsa mafên kurdan û Herêma Kurdistanê dikin.

Piştî civîna her sê serokatiyan, civînek din jî bi beşdariya wan her sê dezgehan û serokomarê Iraqê Berhem Salih û serok û nûnerên partiyên siyasî hat lidarxistin. Ew civîn hîn xilas nebûye.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.