Hunermendekî din jiber Rojavayê konserta xwe hilweşand

jiber Rojavayê konsertên xwe hilweşandiye
کوردستان TV
100%

Hunermendê navdarê kurd Şehram Nazirî ji ber Rojavayê Kurdistanê konserta xwe ya Swêdê hilweşand.

Hunermendê navdarê Kurd Şehram Nazirî ragihand ku biryarbû li bajarên Malmo û Stockholmê yên Swêdê du konsertan bide lê ji ber êrişên Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê û rêzgirtina qurbaniyên şer, wî her du konsertên xwe betal kirine.

Nazirî diyar kiriye ku Ji ber şerê li Rojavayê Kurdistanê, piraniya Kurdan niha xemgîn in. Li Rojava Kurd mirovên xwe û ezîzên xwe ji dest didin. Min jî weke rezgirtin bo qurbaniyên şer herdu konsertên xwe yên li bajarên Stockholm û Malmoyê hilweşandin.”

Pêştir hunermendê Kurd, Keyhan Kelhor jî bi heman mebestê konserta xwe ya li Stenbolê betal kiribû.

Mûzîk

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.