Biryare her sê Serokatiyên Îraqê (Komar, wezîr û parlemen) serdana Hewlêrê bikin.
Li gor jêderên taybetî armanca serdana wan her sê Serokatiyên Îraqê bo Hewlêrê giftûgo kirin li ser rewş û aloziyên Îraqê ye li gel rayedarên Kurdistanê.
Di vê çarçoveyê de Serokkomarê Îraqê Berhem Salih vê îro serdana Hewlêrê bike û tê payîn Serokwezîr û Serokê parlementoya Îraqê jî werin Hewlêrê û li gel Serok Barzanî, Serokê herêmê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bicivin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin