Hêzên sûriyeya demokratîk belav kirin ku artêşa Tirkiyeyê û cîhadiyên Tirkiyeyê duhê bi şev êrîşî ser gundên ser bi devera Eyn Îsayê kirine.
Li gor daxuyaniha HSDê, şervanên HSDê jî bersifa êrîşa Tirkiye û cihadiyan dane û êrîş têk birine.
HSDê belav kir ku di encama pevçûnan de herî kêm 10 leşker û cîhadî hatine kuştin û çend tirimbîlên leşkerî jî hatine têkbirin.
HSDê daye zanîn ku piştî şikestê, artêşa Tirkiye û cîhadî ji deverê reviyane.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin