Trump: Me petrol stend bila aliyên din şer bikin

dibêje em li pey petrolê ne
کوردستان TV
100%

Serokê Amerîka Donald Trump diyar kir ku agirbesta li bakurê Sûriyê pir baş dimeşe.

Trump li Qesira Sipî ji rojnamevanan re got ku ‘’agirbest pir baş didome’’

Trump got: Me li Sûriyê petrol sitand, berdin bila yên din şer bikin. Berdin bila yên din berevaniya sînoran bikin.

Wî da zanîn ku peywendiya wî û ya Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan pir baş e.

Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence di 17’ê Cotmehê de li Enqerê bi Erdogan re kom bûbû û piştî civînê bo bakurê Sûriyê agirbest hatibû ragihandin.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.