Mazlûm Kobanî: Tirkiye berdewame li ser êrîşên xwe

dibêje Tirkiye û cîhadî agir bestê binpê dikin
کوردستان TV
100%

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Kobanî îro ragihand, Tirkiye pabendî rêkeftina agirbestê nîne û tekez kir, “Tirkiye li gel komên çekdarên tundrew hewla kontrolkirina Til Temir dide.”

Mazlûm Kobanî li ser twîtterê derbarê rewşa herî dawî ya Rojavayê Kurdistanê de peyamek belav kir.

General Mazlûm Kobanî dibêje: “Tirkiye pabendî rêkeftina agirbestê nîne, ya ku bi Amerîkayê re kiriye û berdewame li ser êrîşên xwe.”

General Kobanî herwiha amaje bi hewldanên Tirkiyê bo kontrolkirina bajarokê Til Temir dike û tekez dike: “Tirkiyê li gel komên çekdarên tundrew dest bi dagîrkirina gundên Krîstiyanan kiriye û hewl dide bajarokê Til Temir, ku piraniya nifûsa wê ji Aşûriyan ku di bin gefa jinavçûnê de ne, dide.”

Fermandarê Giştî yê HSDê herwiha bang li Amerîkayê dike û dibêje: “Pêwîst e Amerîka girêdayî soz û pabendiyên xwe be û erkên xwe pêk bîne.”

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.