Wezîrê Xezîne yê Amerîka: Lîsteya toleyan ya dijî Tirkiyê di destê me de hazir e

dibêje lîsteya wan di destê me deye û em kar li ser lîsteyê dikin
کوردستان TV
100%

Wezîrê Xezîne yê Amerîka Steven Mnuchin diyar kir ku rêvebirîya Trump lîsteya toleyan ya li hember Tirkiyê ya jiber operasyona dijî Sûriyê, di destê xwe de hazir hiştiye.

Mnuchin da zanîn ku wan lîsteya toleyan dema Cîgirê Serok Mike Pence bo agirbesta li Sûriyê serdana Tirkiyê kiriye, daye destê wî.

Wî diyar kir ku ger danûstandinên agirbestê bi ser neketa wan dê ew toleyên aborî ragihandana.

Mnuchin got: Ew lîste hîn jî di destê me de ye, niha ti sedema ku nîşan dide ku em dê lîsteyê bikar bînin tune ye.

Voa

 

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.