Civata wezîran: Em li dijî guhertina destûrê ne

dibêje rê nadin ti guhertineke dijî maf û xwestekên gelê Kurdistanê
کوردستان TV
100%

Civata wezîran bi Serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civiya û piştî bi dawî hatina civînê jî Serokwezîrê kurdistanê li ser pêgeha xwe derbarê naveroka civînê de wisa nivîsandiye;

 

Îro çarşem 30 Cotmehê me gerînendetiya civîna civata wezîran ya herêma Kurdistanê kir.

Di civînê de me giftûgo li ser operasiyona kuştina Serkirdeyê tevgera terorîstiya DIŞIê Ebûbekir Bexdadî û me diyar kir ku efsaneya DIŞIê li ser destê hêzên pêşmerge hate jinavbirin û ev yek jî bû sedema destpêka têkçûna DIŞIê li Sûriyeyê jî li dest destê Kurd.

Di berdewamiya civînê de me giftûgo li ser rewşa dawî ya Îraqê kir û diyar kir ku têkçûna rewşa Îraqê ne di berejwendiya xelkê herêma Kurdistan û Îraqê bi giştî deye û em rê nadin tu guhertinek li dijî maf û xwestekên xelkê Krudistanê û pêkhateya fedralî ya Kurdistanê di destûrê de were kirin. Jiber vê yekê me daxwaza yekdengî û yekrêzî ji tevahiya hêz û aliyên Kurdistanî kir bo berevanî kirin ji mafên destûrî yên xelkê Kurdistanê.

Di berdewamiya civînê de me pêşniyara çê kirina sendoqa hertimî ya hawarhatina însanî li herêma Kurdistanê pejrand daku bi vê awayî em hana hikûmeta fedralî, ajansên ser bi Netewên Yekgirtî, aliyên komekbexiş, saziyên însanî û kompaniyên kerta taybet yên navxweyî û biyanî di karûbarên vê sendoqê de beşdar bin.

Di beşeke din ya vê civînê de me behsa pêngavên dawî yên amade kirina karnameya çar salan ya wezaret, deste, komîte û aliyên ku ne ser bi wezaretanin kir, daku li ser vê mijarê di demeke nêz de biryarek were stendin.

Careke din weke karên lipêş yên di nava bernameya serekî ya kabîneya 9an de, me tekez li ser amade kirina proje qanûna reforman û pejrandina vê kir daku bo parlementoya Kurdistanê were şandin.

Pişt re proje qanûna serrast kirî ya pêkanîna civatên şaredariyên herêma Kurdistanê, bi liber çav girtina wan têbîniyên ku hatibûn pêşkêşkirin hate pejrandin.

 

 

 

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.