Nûnerên YE'ê ser dema taloqkirina Brexitê li hev nakin

ev çend care tê taloqkirin
کوردستان TV
100%

Nûnerên 27 dewletên Yekîtîya Ewrûpa (YE), ku li Bruksel ya paytexta Belçîka kom bûn, ser taloqbûna Brexitê li hev nekirin.

Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson gotibû ku divê YE dema taloqbûnê dîyar bike.

Wî da zanîn ku YE’ê ti dîrok dîyar nekiriye û amaje kir ku Brîtanya dê di 31’ê Cotmehê de Brexitê pêk bîne.

Johnson ji alîyê din xwestibû ku di 12’ê Berfanbarê de hilbijartina pêşwext li dar keve.

Danûstandinera Brexitê ya YE’ê Michel Barnier dîyar kir ku jiber ku Johnson hilbijartina pêşwext xwestiye, ew nikarine dema taloqkirina Brexitê zelal bikin.

Voa

 

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.