Çekdarên Esaêb Ehlîheq 5 kes kuştin

berpirsekî wan jî hatiye kuştin
کوردستان TV
100%

Di çarçoveya xwepîşandanên duhê yên li Îraqê de, li bajarên Nasiriye û Semaweyê de xwepîşander navendên tevahiya aliyên siyasî şewitandin.

Her li bajarê Îmare çekdarên esaêb Ehîheq gole li ser xwepîşanderan reşandin û di encam de 5 xwepîşander hatin kuştin û pişt re jî çend kesên demamikdar bi bombe êrîşî ser navenda vê koma çekdar kir û di encam de 15 çekdar birîndar bûn.

Her duhê li bajarên din yên Îraqê de jiber pevçûnên navbera xwepîşander û çekdarên aliyên siyasî de, çend xwepîşander û çekdarên din jî hatine kuştin û birîndarkirin.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.