Siyasetmedarê Kurd Hecî Derwîş koça dawiyê kir

îro pêşberbangê wefat kiriye
کوردستان TV
100%

 Sekreterê Partiya Demokrata Pêşverû Ebdulhemîd Hecî Derwîş koça dawî kir.

Endamê Polîtburoya Partiya Demokrata Pêşverû, Ehmed Silêman ragihand, ku Sekreterê Partiya Demokrata Pêşver, Ebdulhemîd Hecî Derwîş îro danê sibehê saet 02:00yan koça dawiyê kiriye.

Ehmed Silêman herwiha ragihand, ku ew dê piştre zanyariyan di derbarê merasîmên roja bi ax spartin û şîna wî de ragihînin.

Partiya Demokrata Pêşverû ragihandiye ku merasîma cenazeyê dê îro Pêncşemê saet 10 sibehê li bajarê Qamişloyê birêve biçe û piştre cenazeyê wî dê li gundê Qirmaniyê ku cihê jidayîkbûna wî ye bê bixakspartin .Partiya Pêşverûyê herwiha diyar kiriye, ku merasima şîna Ebdulhemîd Hecî Derwîş rojên Pêncşem, Înê û Şemiyê li bajarê Qamişlo tê sazkirin.

Herwiha merasîma malavayîkirinê jî îro saet 10 sibehê heta 8ê êvarê li hola Nûredîn Zaza li Qamişlo birêve diçe.

Ebdulhemîd Hecî Derwîş

Di sala 1930î li gundê Qermane yê ser bi Dirbêsiyê ve ji dayik bûye. Xwendina Navendî li Şamê temam kiriye. Di sala 1957an de, yek ji damezrênerên yekem partiya Kurdî bû li Sûriyê. Ji nifşê yekem yê siyasetmedarên Tevgera Siyasî ya Kurdî li Sûriyê bû. Bi Osman Sebrî û Hemze Niwêran re Partiya Demokrata Kurd ava kir. Di Sala 1990î de wekî endamê parlemana Sûriyê hate hilbijartin. Çend caran daxwaza lihevhatina TEV-DEM û ENKS kir. Partiya wî 25-11-2015 ji ENKS vekişiya. Red kiribû ku beşdarî civîna Soçî bibe.

PeyamaKurd

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.